
Îraq: Banga Ocalan girîng e
.
Wezareta Karên Derve ya Îraqê derbarê banga Ocalan got, “Ev ji bo pêkanîna aramiya herêmê gaveke erênî û girîng e.”
Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan doh xwest ku PKK xwe fesix bike û çekan deyne.
Wezareta Karên Derve ya Îraqê îro derbarê banga Ocalan daxuyaniyek da û diyar kir ku ew wê banga Ocalan pêşwazî dikin.
Wezareta Karên Derve ya Îraqê di daxuyaniya xwe de got:
“Çekdarên PKKyê li deverên cuda yên Herêma Kurdistanê û çend deverên din hene.
Ev destpêşxerî ji bo bihêzkirina ewlehiyê gaveke gelek girîng e ne tenê li Îraqê lê ji bo seranserê herêmê girîng e."
Wezaretê tekez kir ku ji bo çareserkirina nakokî û û bidawîkirina pirsgirêkan du rêyên herî baş in ku di berjewendiya hemû aliyan de be û pêkvejiyana aştiyane bi hêz bikin.
Wezareta Karên Derve ya Îraqê her wiha piştgiriya xwe ji bo hemû hewlan çareserkirina kêşeyan ên bi rêya diyalogê nîşan da û hêvî ki ku ew daxwaza Ocalan bibe gavên pratîkî û lezgîn ji bo PKK çekan deyne.
rudaw
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.