1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Kurt: PKK çekan deyne Ocalan dikare were parlamentoyê
Kurt: PKK çekan deyne Ocalan dikare were parlamentoyê

Kurt: PKK çekan deyne Ocalan dikare were parlamentoyê

.

A+A-

 Parlamenterê berê yê AK Partiyê Abdurrahman Kurt ragihand ku eger PKK çekan xwe deyne Abdullah Ocalan dikare were parlamentoyê.

Şandeya DEM Partiyê ku ji Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder pêk hatibû duh çû Îmraliyê û bi rêberê girtî yê PKKyê Abdullah Ocalan civiya.

Siyasetmedar û parlmenterê berê yê AK Partiyê Abdurrahman Kurt bû mêvanê Bultena Bakur a Rûdawê û behsa hevdîtina parlamenterên DEM Partiyê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder a bi Ocalan re kir.

Abdurrahman Kurt diyar kir ku piştî bi hilweşîna pêvajoya yekem a çareseriyê li Îmraliyê demeke dirêj tecrîd li ser Abdullah Ocalan hebû. 

Kurt îdia kir ku piştî hewlên hinek welatên herêmî û navneteweyî PKKyê pêvajoya yekem a çareseriyê xira kir.

“Çakan sûd nedayê vê pêvajoyê”

Abdurrahman Kurt behsa pêvajoya yekem kir û wiha berdewam kir:

“Wê demê me gotibû ku eger PKK pêvajoyê xirab bike dê rewş xirabtir bibe û wisa jî bû.

Niha ew pêşhatên dawî yên li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê wisa kir ku ji ser Devlet Bahçelî înstiyatîfeke nû dest pê bike û derfeteke wiha bi xwe re anî.

Ev derfet jî bû sedem ku careke din Ocalan wekî aktor li ser navê PKKyê biaxive.

“Ocalan nekarîbû rêxistina xwe îdare bike”

Divê em ji bîr nekin ku di vê pêvajoyê de Ocalan nikarîbû rêxistina xwe îdare bike.

Niha ji ber wê derfeta çêbûye ji bo Abdullah Ocalan jî bûye şans.

Li Sûriyeyê erkê parastina bîrên petrolê ji rêxistinê re hatiye spartin.

Birêz Bahçelî bangî Ocalan kir ku were parlamentoyê.

Hatina Ocalan a ji bo Parlamentoyê berê hatibû behskirin. Gelo ka dê Ocalan karibe çekên rêxistina xwe deyne yan na?

“Çekan sûd nedaye vê pêvajoyê”

Ev pêngava yekem bû. Wekî Ocalan jî dibêje çekan sûd nedaye vê pêvajoyê.

Eger Ocalan van tiştên ku tên behskirin bi rêxistina xwe bide qebûlkirin dikare bê parlamentoyê û şîroveya xwe bike û ev berê jî hatibû bahskirin.

Gelo Ocalalan dikare rêxistina xwe îdare bike yan na ev girîng e.

“Têkoşîna Kurdan ji bo bidestxistina mafên xwe ye

Kurd naxwazin vê erdnîgariyê bihêlin. Têkoşîna Kurdan ji bo bidestxistina mafên xwe heye.

Razîkirina DEM Partiyê mijareke duyem e. Razîkirina DEM Partiyê hêsan e, gelo ka dê Ocalan Qendîlê razî bike yan na?

Di pêvajoya berê de Qendîlê bi gotina Ocalan nekir. Li Sûriyeyê divê her kes di çarçoveya çanda xwe de bijî."

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.