
Li Agiriyê şewat: Giyayê cotkaran şewitî
Li navçeya Panosê ya parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê, agir bi erdên çandiniyê ket û giyayê cotkaran şewitî.
A+A-
Bi hatina havînê û destpêkirina germê re li Bakurê Kurdistanê şewat zêde dibin.
Li gundê Kûbikê yê Panosê ji ber serdemeke nediyar agir bi erdê çandiniyê ket.
Di encamê vê şewatê de giyayê cotkaran ê dirûtî şewitî û zerareke zêde çêbû.
Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê çûn cihê şewatê û agir bi alîkariya gundiyan hat vemirandin.
20ê vê mehê jî di navbera navçeya Çinarê ya Amedê û navçeya Şemrexê ya Mêrdînê de şewateke mezin çêbû.
Ew şewat bû sedema wefata 15 kesan û xisareke gelekî mezin a madî.
Etiketler : Li Agiriyê şewat
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.