Li Efxanistanê lehî: Bi dehan mirî û birîndar hene
Wezareta Karesatên Xwezayî ya Efxanistanê ragihand, “Sê rojên dawiyê ji ber barana boş û lehiyê herî kêm 33 kesan canê xwe ji dest daye.”
Wezareta Karesatên Xwezayî ya Efxanistanê ragihand, “Sê rojên dawiyê ji ber barana boş û lehiyê herî kêm 33 kesan canê xwe ji dest daye.”
33 mirî, 27 birîndar
Berdevkê Wezareta Karesatên Xwezayî ya Efxanistanê Cenan Sayeq li ser xisarên lehiyê ev agahî dan:
“Ji ber barana ku ji roja înê ve dibare û lehiyê xisareke zêde ya mirovî û aborî çêbûye.
Li gorî agahiyên destpêkê 33 kesan canê xwe ji dest daye û 27 kes jî birîndar in.
Sedema sereke ya mirinan rûxîna xaniyan e.
600 xanî ji binî rûxiyane yan jî beşeke wan herifiye.
600 kîlometre rê bi temamî xera bûye û du hezar hektar erd mane di bin avê de û êdî bi kêrî çandiniyê nayên.”
Li Efxnistanê bi temamî 34 parêzgeh hene û baranê xisar gihandiye 20 parêzgehî.
Piştî ku Efxanistanê Talîban çûye ser hikim alîkariyên navneteweyî bi awayekî berbiçav kêm bûne.
Adara borî jî ji ber barîna berf û baranê li Efxanistanê 60 kes miribûn.
Efxanistan bi ziwayî û hişkesaliya xwe tê naskirin lê ji ber guherîna avhewayê demên dawiyê gelek caran berf û baran dibarin û dibin sedema xisarên zêde.
Neteweyên Yekbûyî jî hişyarî daye ku Efxanistan rûbirûyî guherîneke xurt a avhewayê ye.
Çiriya Pêşîna par jî erdhejeke bihêz parêzgeha Hîratyanê ya Efxanistanê hejand.
Di vê erdhejê de hezar û 500 kes mirin û 30 hezar xanî rûxiyan.
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.