1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Nêçîrvan Barzanî: Divê hikûmet zû were avakirin
Nêçîrvan Barzanî: Divê hikûmet zû were avakirin

Nêçîrvan Barzanî: Divê hikûmet zû were avakirin

.

A+A-

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser encamên hilbihjartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û xwest hikûmet zû were avakirin.

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku di hilbijartinan de yê serkeftiyê bûye xelkê Kurdistanê ye.

Nêçîran Barzanî bangî aliyan kir ku piştî pesendkirina encaman divê aliyên siyasî di demeke zû de dest bi avakirina hikûmetê bikin.

“Xelkê Kurdistanê qezenc kir”

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de hemû alî pîroz kirin û wiha got:

“Bi boneya serkeftina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bi germî pîrozbahiyê li tevahiya xelkê Kurdistanê û hemû pêkhateyên wê dikim.

Hilbijartin û pêvajoya dengdanê ji bo xurtkirina pêvajoya demokratîk a gelê Kurdistanê gaveke girîng bû.

Hevkariya hemû aliyan ji bo serxistin û birêveçûna pêvajoyê bêpirsgirêk cihê şanaziyê ye. Di vê serketinê de gelê Kurdistanê qezenc kir.”

Berdewamiya peyama Nêçîrvan Barzanî wiha ye:

“Hilbijartin ji bo nûkirina rewatiya dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û gihandina nêrîn û dengên xwe bi azadî ji bo hilbijartina nûnerên xwe di parlamentoyê de bû.

Tişta ku bi rihê pêşbaziya aştiyane û beşdariya berfireh a welatiyan di kampanya û pêvajoya dengdanê de hat dîtin îsbat dike ku xelkê Kurdistanê li ser pêdagirî bi prensîbên demokrasiyê û mafê xwe yê biryardayînê ji bo diyarkirina çarenivîs û paşeroja xwe bi îsrar e û nîşana zîndîbûn û zêdetir pêgihiştina çanda demokratîk a gelê Kurdistanê ye.

Gelek spasiya xelkê Kurdistanê, hewl û xebatên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan, UNAMI û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û aliyên pêwendîdar ên Îraqê û hemû aliyên pêwendîdar yên ku di serkeftina vê pêvajoyê de beşdar bûnê dikim.

Pêdagirî û hevkariya we hemû aliyan kilîta vê serkeftinê bû. Em spasiya hemû aliyan dikin.

“Hilbijartinên aştiyane û şaristanî serkeftineke mezin e”

Hilbijartinên aştiyane û şaristanî serkeftineke mezin e ku cîhan bi rêz û hurmet lê dinêre lê ya ku vê serkeftinê temam bike û gelê Kurdistanê bi dilgermî li benda wê ye, ew e ku piştî pesendkirina encaman, divê aliyên siyasî di demeke zû de hikûmetê pêk bînin.

Hikûmetek ku bikaribe aramî û aboriyek bihêztir û mafên zêdetir pêk bîne, şertê pêşîn ê vê qonaxê û pirsgirêkên niha avakirina paşeroja me ya hevbeş e.

Ev jî bi ruhê bihevrabûn û biratî û hevkariya hemû aliyên siyasî û pêkhateyan dibe.

Silav li ser giyanê pak ê şehîdan be.

Ji hemû aliyan re serkeftinê dixwazim.”

RUDAW

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.