1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Piştî Esed pêşhateke nû ya li Sûriyeyê: Hevrikiya netewe û pêkhateyan
Piştî Esed pêşhateke nû ya li Sûriyeyê: Hevrikiya netewe û pêkhateyan

Piştî Esed pêşhateke nû ya li Sûriyeyê: Hevrikiya netewe û pêkhateyan

.

A+A-

 Her çi qasî nêzîkî 20 rojan e hikûmeta Esed rûxiyaye û Sûriye di qonaxeke nû de ye, roj bi roj dengê nerazîbûn û hevrikiya netewe û pêkhateyên Sûriyeyê zêdetir dibe.

Li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê, Kurd garantiyê dixwazin, Durziyan li dijî birêvebiriya nû ya Sûriyeyê serî hildaye û Elewî jî dixwazin maf û cihên wan ên pîroz bên parastin.

Li Sûriyeyê çend netew û ol hene:

Ereb:

Piraniya wan Misilmanên Sunne ne û kêmîneyeke wan jî Şîeyên Elewî ne.

Kurd:

Piraniya wan Misilmanên Sunne ne û kêmîneyeke wan jî Êzidî ne.

Durzî:

Bi mezheba Muwehdîn tên naskirin û ne Şîe û ne jî Sunne ne

Xirîstiyan û Mesihî:

Li Sûriyeyê hinek Xiristiyan dijîn ku piraniya wan li Şama paytextê ne, her wiha hinek kêm a Mesihî hene.

Bi tevahî rûberê axa Sûriyeyê 180 hezar kîlometre çargoşe ye û ji 14 parêzgehan pêk tê.

Her çi qasî serjimêriyeke nû nehatibe kirin jî tê texmînkirin ku hejmara şêniyên wê ji 25 milyon kesan zêdetir e.

Rêjeya netewe û pêkhateyên Sûriyeyê:

- Ji sedî 74 Erebên Sunî

- Ji sedî 12 Kurd

- Ji sedî 10 Elewiyên Şîe 

- Ji sedî 4 Durzî

Pirsgirêka Kurdan li gel îdareya nû ya Sûriyeyê û komên çekdar

Her çi qasî ti aliyekî bi fermî îtiraf bi hebûna pirsgirêkan di navbera xwe de nekiribe jî Kurd û desthilata nû ya Sûriyeyê ku Ehmed Şer (Colanî) serokatiya wê dike, pirsgirêkên wan hene.

Kurd, niha ji du rêbazên sereke pêk tên (PYD û ENKS), daxwaza misogerkirina mafên xwe di destûra nû de dikin.

Heta niha şandeyeke Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) civînek li gel Ehmed Şer pêk aniye.

HSD hêza leşkerî ya Rêveberiya Xweser e ku beşeke mezin a Rojavayê Kurdistanê û hin deverên piranî Erebnişîn ên wekî Reqa û Dêrezorê di bin desthilatdariya wê de ye.

HSD her wiha xwedî hêzeke bibandor a leşkerî ye û nêzîkî ji sedî 35ê axa Sûriyeyê di bin kontrola wê de ye.

Ji 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an ve, Heyeta Tehrîr El Şamê rejîma Esed ji Şamê derxist.

Di nava çend rojên de de di navbera HTŞ û HSDyê de ti şer çênebû.

Lê du roj piştî ketina Esed, çend komên ser bi artêşa niştimanî ya mixalefeta Sûriyeyê, li Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaqê êrişî HSDyê kirin, her çi qasî nekarîbin kontrol bikin jî ziyaneke mezin gihîşt her du aliyan.

Li Bendava Tişrînê hîn jî carna şer derdikeve.

Pirsgirêka Kurd - Kurd

Hêzên Kurdan ên li Rojavayê Kurdistanê li ser du bereyên serekî belav bûne, li aliyekî Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) û li aliyê din û Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS).

Di navbera wan de gelek xalên nakokiyê hene lê di daxuyaniyên xwe de li ser wê yekê hemfikir in ku divê Kurd li Şamê xwedî yek nûner bin.

Serokê ENKSyê Silêman Oso ji Rûdawê re got, "Civîna me ya bi HSDyê re bê encam bû lê madem civîn tên kirin, tê wateya ku kar tê kirin û dê encam jî hebe."

Serokê ENKSê tekez kir ku ew li ser lihevhatinê israr dikin û got, "Hêzên navdewletî jî bi her du aliyan re dicivin û hewl didin me nêzîkî hev bikin."

Bi gotina Silêman Oso, di navbera HSD û ENKSyê de bi dehan xalên nakokiyê hene, lê ew gotûbêjan dikin û divê ew bi hestên gelê xwe nelîzin û divê em realîst bin.

 HSD amade ye beşdarî artêşa nû ya Sûriyeyê bibe

25ê Kanûna Pêşîn a 2024an, medyayên nêzîkî HSDyê ragihandin ku Birêvebirê Navenda Ragihandina HSDyê Ferhad Şamî ji medyayeke Brîtanî re gotiye ku ew amade ne bibin beşek ji artêşa Sûriyeyê.

Ferhad Şamî her wiha gotiye, "Ev pêngav li gel hewldanên rêkxistina hêzên Sûriyeyê di bin fermandariyeke yekgirtî de ye."

Gotinên Şamî piştî wê tên ku roja 24ê Kanûna Pêşîn a 2024an medyaya fermî ya Sûriyeyê ragihand, komên çekdar ên Sûriyeyê di civînekê de li gel Serokê Heyeta Tehrîr El Şamê Ehmed Şer (Colanî), razî bûn ku tevlî artêşa Sûriyeyê bibin.

Durzî kî ne û pirsgirêka wan çi ne?

Hejmara Durziyan nêzîkî wekî du milyon kesan tê texmînkirin.

Piraniya wan li parêzgeha Siweydayê ya li başûrê Sûriyeyê ne ku hejmara wan ji 700 hezar kesî zêdetir e.

 Her wiha Durzî li Libnan û Îsraîlê jî hene.

Durzî ser bi ola "Batinî" ne ku heta niha gelek tişt li ser wan nayê zanîn û wekî civakeke girtî tên naskirin.

Baweriya wan bi pirtûka "Nameyên Hîkmetê" heye ku li gorî gotina wan "tefsîreke batinî" ya Qurana Pîroz e.

Bi giştî Durzî nêzîkî mezheba Şîeyan e û di zincîreya Zeyd kurê Elî kurê Husên kurê Elî Ebû Talib, xelîfeyê çaremîn ê Misilmanan de hene.

Zeyd birayê Mihemed Baqir e ku Îmamê pêncemîn ê mezhebê Şîeya 12 Îmamî ye ku li Îran û Îraqê erkdar bû.

Pirsgirêka Dirûziyan çi ye û çi dixwazin?

Ew li ser bicihkirina "mafên xwe" di destûra nû ya Sûriyeyê de pêdagiriyê dikin û vê yekê dikin şerta pêşîn.

Ji 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an ve, di nav Duriziyan de tirs belav bûye ka kî yan kîjan alî dê kontrola rewşa ewlehiyê ya herêma wan bigire destê xwe.

Li cem Dirzuyan, endamên Heyeta Tehrîr El Şamê beşek ji wan komên çekdar ên mezhebî ne ku Durziyan wekî "kafir" dibînin û kuştin û revandinên keç û jinên wan wekî "cîhadê" dizanin.

Ji ber vê yekê, ji roja ku Esed reviya û şer gihîşte Şamê heta niha, ti çekdarên Heyeta Tehrîr El Şamê yan jî yên ser bi komên din ve neçûne nav Siwêdayê û Durzî bi xwe parastina herêma xwe dikin.

Piraniya Durziyan li Siwêdayê çekdar in û berpirsyariya pêkanîna ewlehiya parêzgeha xwe girtine ser milê xwe.

Rêgirtin li çûyîna hêzeke Îdareya Nû ya Sûriyeyê

Komên çekdar ên li parêzgeha Siwêdayê rê li ber karwaneke hêzên Rêveberiya Operasyonên Leşkerî ya Heyeta Tehrîr El Şamê girt û destûr nedan ku bikeve nava bajarê Siwêdayê.

Şêxê Dirûziyan Hîkmet Hecarî,  îro (01.01.2025) ragihand ku danîna çekan, girêdayî pêkanîna mafên wan e di destûra nû ya Sûriyeyê de ye.

Hecarî got, "Em çekên xwe teslîm nakin heta ku dewlet, destûr û hikûmet bên avakirin. Ji bo Sûriyeyê sîstema nenavendî sîstema herî baş e."

Li gorî agahiyan, çûyîna wî karwanê leşkerî ya Siwêdayê bê hevahengiya pêşwext bû bi îdareya xwecihî ya parêzgehê re.

Elewî kî ne û pirsgirêka wan çi ye?

Elewiyên Sûriyeyê 53 salan hikum li wî welatî kir ji ber ku Hafiz Esed û malbata wî ji vê pêkhateya Şîemezheb bûn.

Lê piştî rûxandina Esed û Partiya Beisê li Sûriyeyê, niha Elewî nerazî ne û carinan xwepêşandanan dikin, hinek caran jî kemînê ji çekdarên HTŞyê re datînin û êrişî wan dikin.

Piraniya Elewiyan piştgirên hikûmeta Beşar Esed bûn ji ber ku Esed ji heman mezhebê bû. Beşek ji mêr û ciwanên wan jî di nava artêş û hêzên ewlehiyê yên rejîma Esed de bûn.

Roja 25ê Kanûna Pêşîn a 2024an, li çend bajarên Sûriyeyê, Elewî daketin kolanan û tevliheviyeke nû li wî welatî çêbû.

Ev rewşa nû desthilata Heyeta Tehrîr El Şamê neçar kir ku tedbîran bigire û li bajarê Himsê qedexeya hatûçûyê ragihane.

 Wezareta Karên Navxwe ya Hikûmeta Veguhêz jî ragihand ku "êrişî hêzên me hatiye kirin û kuştî û birîndar hene."

Elewiyan ku Şîe ne, li parêzgehên Hema, Hims, Tertûs û herêma Qerdaha ya parêzgeha Laziqiyeyê xwepêşandan kir.

Sedema wan ew bû ku alîgirên Heyeta Tehrîr El Şamê êrişî mizgefta Şêx Hesen a li bajarê Humsê kiriye.

Li gorî çavkaniyên herêmî yên Sûriyeyê, di bûyerê de 5 karmendên mizgeftê hatin kuştin.

Ji bo kontrolkirina rewşê, çend yekeyên leşkerî ku girêdayî Asayişa Giştî û Birêvebiriya Operasyonên Leşkerî yên Sûriyeyê ne û di bin desthilata niha ya Heyeta Tehrîr El Şamê de ne, şandin Himsê.

Aloziya di navbera Elewî û Tehrîr El Şamê de bi cudahiyên mezhebî yên di navbera Sunnî û Şîeyan de tê girêdan, her çiqas sedemên wan wekî ku ew dibêjin bi pirsgirêkên ewlehiyê ve girêdayî bin.

Li torên civakî yên Sûriyeyê, dîmeneke din hat belavkirin ku tê de êrişî mizgefta Ebû Ebdullah Xesîbî, şêxê Elewiyan ê li bajarê Helebê tê kirin.

Wezîrê Ragihandinê yê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê Mihemed Ebdullah ragihand ku ew dîmenên hatine belavkirin “kevn in ji dema rizgarkirina bajarê Helebê ne.”

Kuştina 14 çekdaran û gulebarankirina Elewiyan

Hêza Polîsan roja 25ê Kanûna Pêşîn a 2024an, li gundekî parêzgeha Tertûsê ya Sûriyeyê ketin kemîna leşkerên berê yên rejîma Sûriyeyê û 14 çekdar hatin kuştin ku ew çekdar Elewî bûn.

Serokê Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê Ramî Ebdulrehman ji Rûdawê re ragihand ku berpirsê Dadgeha Leşkerî biryara îdamkirina gelek berpirsên Zîndana Seydnayayê û girtîgehên din da û operasyon li deşta Tertûsê hat kirin.

Biryar piştî kuştina 14 çekdarên komên Asayîşa Giştî ya Şamê ya di kemînan de hat dayîn.

Şer û kuştinên li rojavayê Sûriyeyê dest pê kir û wekî “operasyona tunekirina bermahiyên Esed” hat nasandin ku bêhtir li nav sînorên Tertûs û Laziqiyeyê qewimî.

Li gorî agahiyan, 3 leşkerên rejîma Beşar Esed hatine kuştin.

Heyeta Tehrîr El Şamê ragihand ku ew “operasyoneke bicihanîna ewlehî û bihevrejiyana aştîxwaz e.”

Kesayetiyekî Elewî: Piştî ku Esed reviya tirs ketiye dilê Elewiyan

Şêwirmendê berê yê Şandeya Danûstandinan a Mixalefeta Sûriyeyê û kesayetiyê Elewî Îsa Îbrahîm ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî û dilgiraniya xwe ya li ser rewşa niha ya herêmên Elewiyan derbirî û got, tiştên ku li ser torên civakî hatine belavkirin rast in û ev kar hatine kirin, nikare pêşbînî were ku kî li pişt van karan e, ji ber vê jî bûne sedema bertekên ku di encamê de bûn sedema xwepêşandanan li çend herêman.

Ji ber belavbûna vîdeoyekê ku tê de çend çekdar goreke Elewiyan dişewitînin, li Hema, Hims, Laziqiye û Tertûsê xwepêşandan hatin kirin û alozî di navbera hêzên Birêveberiya Operasyonên Leşkerî û xwepêşanderan de derket.

Îsa Îbrahîm dilgiraniya Elewiyan a piştî rûxîna Beşar Esed veneşart û ji Rûdawê re got, “Elewî wekî hemû Sûriyeyiyan xwedî tirseke taybet ê qonaxa piştî revîna Beşar Esed û tawanên şer in.”

Serkirdeyê Elewî sedemên tirsê zelal kirin û da zanîn:

“Esed welat ji Encûmena Leşkerî yan jî Encûmena Veguhêz re bi cih nehişt belkî ji bo wêrankirinê bi cih hişt.

Hatina hikûmeta veguhêz a Şamê tevî ku niyeteke wan a paqij nîne, şiyan û kesên pêwîst jî nînin, her wiha ti şarezayiya wan di birêvebirina welat de nîne, li gel hebûna komên çekdar ên cuda û xwedî merciyên cuda yan komên talankirinê û diziyên navxwe, bûye sedema ku Sûriyeyî û di nav wan de Elewî hest bi dilgiraniyê bikin, bi taybetî ku rewş li gorî bertekan tê birêvebirin, ne ji rêya avakirina dewleteke modern.”

rudaw

Etiketler : , , , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.