Piştî nûçeya Rûdawê Serok Barzanî ji bo malbateke ji Kobaniyê ket dewrê
.
Baregeha Mesûd Barzanî alîkariya malbata Ebdulselam Îbrahîmê ku li Kerkûkê ji ber jehrîbûna gazê canê xwe ji dest daye kir ku termê wî derbasî Rojavayê Kurdistanê bike.
Ebdulselam Îbrahîm û Beşar Mistefa yên ji Rojavayê Kurdistanê ev demek bû li Kerkûkê dijiyan.
Şemiya borî her du ji kar derketin û piştî çûn odeya xwe razin, ji ber jehrîbûna gaza sobeyê wan canê xwe ji dest da.
Ebdulselam Îbrahîmê 33 salî yê ji Kobaniyê bavê çar keçan bû ku ya mezinê wan 8 salî û ya biçûk jî 2 salî bû.
Nûçegihanê Rûdawê yê li Kerkûkê Hîwa Husemedîn li ser rewşa malbatê û 4 zarokên wan nûçeyek amade kir.
Hevjîna Ebdulselam Îbrahîm Meryem Husênê bi rêya Rûdawê ji Serok Barzanî ji bo dayîna destûra rûniştinê, alîkarî xwestibû.
Meryem Husênê ji Rûdawê re diyar kir ku piştî wê nûçeyê gelek kesan pêwendî bi wan re kir û alîkariya wan kir.
“Serok Barzanî bavekî dilovan e”
Meryem Husênê wiha got:
“Ji ber vê yekê ez naxwazim kes xema me bixwe. Her wiha Baregeha Mesûd Barzanî jî bi me re pêwendî danî û pirsgirêka me çareser kir.
Niha me destûra rûniştinê wergirtiye û ez dê bi cenazeyê hevjînê xwe herim Kobaniyê û piştre vegerim Herêma Kurdistanê.
Bi rastî ez spasiya Serok Barzanî dikim, bavekî dilovan bû.”
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.