
Serokwezîrê Almanyayê piştgiriyê dide banga Ocalan
.
Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz pêşwaziya banga Abdullah Ocalan dike ku tê de ji PKKyê daxwaza danîna çekan ji PKKyê dike.
Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan bangî PKKyê kir û di banga xwe de ji PKKyê xwest ku xwe fesix bike û çekan deyne.
Hikûmeta Almanyayê jî li ser banga Ocalan daxuyaniyek da.
Berdevkê Hikûmeta Almanyayê Steffen Hebestreit li ser navê Serokwezîrê Almanyayê Olaf Sholz got:
"Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz pêşwaziyê li banga îro ya Serokê PKKyê Abdullah Ocalan dike ji bo danîna çekan û fesixkirina PKKyê."
Berdevkê hikûmeta Almanyayê her wiha got, "PKK rêxistineke terorîst a qedexekirî ye li Almanyayê û şerê wê bûye sedema qurbaniyên zêde.
Daxwaza Ocalan niha di dawiyê de derfetekê diafirîne ji bo zalbûna li ser vê têkoşîna tund û gihiştina bi pêşveçûneke aştîxwazane ya herheyî di pirsa Kurd de."
Li aliyê din, Wezareta Karên Derve ya Almanyayê derbarê vê mijarê de ragihand, bangkirin "derfeteke dîrokî ye" ji bo bidawîanîna şerê çendîn dehsalan a di navbera Tirkiye û Partiya Karkerên Kurdistanê de.
"Pêwîstî bi gavên zêdetir heye"
Berdevkekî wezaretê di daxuyaniyekê de dibêje: "Bidawîanîna tundiyê gaveke destpêkê ya girîng e lê pêwîstî bi gavên zêdetir heye.
Di nav wan de û di serê hemûyan de, rêzgirtin û desteberirina mafên çandî û demokratîk ên Kurdan ên li Tirkiyeyê."
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Almanyayêher wiha got, "Wekî hikûmeta federal, em amade ne ji bo piştgiriya pêvajoyeke bi vî rengî, ya ku ji destê me bê em bikin."
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.