Hevserokê Konseya Birêvebir a KCKyê Cemîl Bayik ragihand ku ji bo ku ew karibin kongreya xwe li dar bixin divê dewlet jî agirbestê ragihîne.
Hevserokê Konseya Birêvebir a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik beşdarî bernameyeke taybet a kanaleke nêzikî PKKyê bû û li ser pêvajoya nû û banga Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan axivî.
Cemîl Bayik li ser pêvajoya ku hatiye destpêkirin diyar kir ku bipêşxistin û xwedîlêderketina pêvajoyê ne tenê karê Kurdan e û divê destpêkê CHP û hemû hêzên demokratîk vê berpirsyariyê bigirin ser xwe.
Piştî hevdîtina bi Ocalan re, Heyeta Îmraliyê bi gelek partiyên siyasî re jî civiya.
Di nava wan de partiya sereke ya mixalefetê CHP jî hebû.
Berdevkê CHPyê ragihand ku wan dixwest nexşerêyeke zelal hebe ji bo pêvajoya nû.
Bayik li ser banga Ocalan jî amaje bi wê yekê da û got:
“Ji bo PKK kongreya xwe li dar bixe divê dewlet jî agirbestê ragihîne û niha di şert û mercên heyî de kombûna kongreyê metirsî ye.”
Hevserokê Konseya Birêvebir a KCKyê Cemîl Bayik anî ziman:
“Li Tirkiyeyê hinek kom dixwazin aloziyê çêbikin.
Eger dixwazin Pirsgirêka Kurdan çareser bikin û ji metirsiyên Tirkiyeyê rizgar bibin divê dest ji vê lêgerînê berdin.”
Bayik derbarê peymana Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer jî diyar kir ku destpêkek e û erênî ye.
Hevserokê Konseya Birêvebir a KCKyê Cemîl Bayik her wiha da zanîn:
“Gelên li bakurê Sûriyeyê bi berxwedana xwe bi ser ketin.
Ya Elewiyan biparêze jî gava Rêber Apo ye. Ev gav ne tenê ji bo Kurdan e ji bo hemû gel û baweriyan e.”
Heyeta Îmraliyê piştî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re çû serdana partiyên siyasî yên li Parlamentoya Tirkiyeyê.