Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di vê cejnê de bi 7 milyar dînar alîkariya welatiyan kir

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi boneya Cejna Qurbanê, alîkariyên xwarinê li ser zêdetirî 600 malbat û zêdetirî 15 hezar zarokan dabeş kirin.

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî d daxuyaniyekê de ragihand, di projeyên xêrxwaziyê de, wan zêdetir ji heft milyar dînar ​​xerc kiriye. Ji 15 hezar û 245 zarokan re, 4 milyon û 575 hezar dolar alîkarî hatiye kirin.

Di heman projeyên xêrxwaziyê de, alîkariya diravî li ser zêdetir ji 600 malbatan û selikên xwarinê li ser 500 malbatan hatin dabeşkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di pirojeyeke din de ji bo Cejna Qurbanê cil û berg ji bo 596 zarokan dabîn kirin.

KURDÎ Haberleri

Li Wanê ji nişka ve berf bariya û rêncberan tengasî kişand
Nêçîrvan Barzanî: Divê hikûmet zû were avakirin
PAKURD û HAK-PAR: Em encamên hilbijartinan li gelê Kurdistanê pîroz dikin
Heta niha çend penaberên Libnanî çûne Îraqê?
Mesrûr Barzanî: Bexda heta niha jî sîstema federal bawer nake