Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan diyar kir ku wan ji Hikûmeta Sûriyeyê re pêşniyaz kiriye ku mafên Kurdên Sûriyeyê qebûl bikin.
Hakan Fîdan ji Haberturkê re axivî û behsa peymana di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer kir.
Fîdan behsa pêşniyazên Tirkiyeyê kir û got:
"Pêşniyaza me li rêveberiya nû (Sûriyeyê) ew e ku mafên Kurdan bên dayîn, ev yek hem ji bo serokkomarê me û hem jî bo Tirkiyeyê gelek girîng e."
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê behsa peymana Ehmed Şer û Mezlûm Ebdî jî kir û got:
"Tişta ku me ji destpêkê ve digot ew bû divê hikûmeta nû ya Sûriyeyê kar li ser wê înîsiyatîfa bidawîanîna li dagirkerî û korsantiya YPGyê bike.
Me her tim ji rêveberiya nû re pêşniyaz kir ku mafên Kurdên Sûriyeyê bên dayîn.
Ev yek hem ji bo serokkomarê me hem jî ji bo Tirkiyeyê gelekî girîng e. Mixabin ev yek di dema Esed de pêk nehat.
Niha derfeteke wiha ya dîrokî heye.”
“Ez hêvî dikim teror bi dawî bibe”
Hakan behsa guhertinên li Rojhilata Navîn jî kir û her wiha got:
"Di sedsala 21an de ku her kes di cîhaneke bi kêfxweşî dijî êdî nayê qebûlkirin ku çek li ser sînorên me xwînê birijînin.
Pirsgirêkên ewlehiyê hene ku ji bo me hestiyar in. Bi taybetî di mijarên derbarê YPGyê de her lîstik dikarin bên rojevê.
Eger peymaneke ku bi niyeteke baş hatiye îmzekirin hebe, bila tişta pêwîst bê kirin lê dibe ku li wir mayinên hatine danîn hebin.
Wekî Tirkiyeyê em vê yekê ji nêzîk ve dişopînin. Ez hêvî dikim bêyî ku xwîn bê rijandin derbasbûneke aştiyane ya ber bi jiyana asayî ve pêk bê û teror bi dawî bibe."
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê behsa serdana xwe ya Şamê jî kir û wiha domand:
"Hinek rêxistinên terorî hebûn ku rewşa Sûriyeyê suîstîmal dikirin. Serdan ji bo axaftina wan mijaran û nirxandina pêşhatên dawî û mijarên din ên di navbera herdû welatan de bû.
Wekî mijarên enerjî û alîkariyê. Me ev hemû gotûbêj kirin. Serdaneke baş û berhemdar bû.
Li gel me wezîrê parastinê û serokê îstxibaratê jî hebû û me derbarê vê mijarê de bi hurgulî gotûbê pêk anîn.
“Banga Ocalan derfetek e”
Hakan Fîdan derbarê banga Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan de axivî û got:
"Divê rêxistin guh bide banga ku hatiye kirin û ev yek weke derfeteke dîrokî bê dîtin.
Divê rêxistin vê yekê weke bingeh wergire û pêvajoya xwehilweşandinê bide destpêkirin.
Eger ev derfet bê nirxandin ev yek dê ji bo Tirkiyeyê û herêmê bibe qonaxeke nû lê eger hinek aliyên din eqlê wan bixapînin ev karek e ku ew bixwe dizanin û em ji bo her cûre senaryoyekê amade ne."