Ji Tehran û Bakuyê rahênana leşkerî ya hevbeş

Hate ragihandin ku rejîma Îranê û Azerbaycanê li ser xeta sînor rahênana leşkerî ya hevbeş pêk anîne.

Li gor agahiyên di nûçeyên medyaya Îranê de hatine dayîn, Alikare Serfermandarê Arteşa Bejayî ya İrane Gişgeneral Kerîm Çeşek diyar kir ku hêzên Îran û Azerbaycanê her roj, li herêma sînorî, bi hevdemî rahênanên leşkerî dikin.

Çeşek, di axaftina xwe ya di Televizyona Dewletê ya rejîma Îranê de hate weşandin de diyar kir ku li Azerbaycana Rojava, di çarçoveya peymana ku di navbera Azerbaycan û Îranê de hatiye kirin de, ji bo tekoşina li diji terorê û ewlehiya Bendava Arasê, rahênana leşkerî hatiye kirin û wiha dom kir:

"Rahênan, bi mebesta li dijî egera hêrişên li ser avahiyên stratejîk û xetên veguhestinê, bi awayekî koordînekirî hatin pêkanîn."

Serfermandarê Îranê balê kêşa ser xurtkirina pêwendiyên dualî û domandina aramiya navçeyê û got: "Ji aliyê din ve ev rahênan wê nîşan bide ku welatên navçeyê, bêyî hewcedariya welatên biyanî dikarin ewlehiya xwe ya neteweyî û navçeyî dabîn bikin."

peyamakurd

KURDÎ Haberleri

Ji bo berdana 55 hezar girtiyan amadehî tê kirin
Serok Barzanî: Serkeftina tîma Dihokê, serkeftina hemû Kurdistanê ye
Nêçîrvan Barzanî û Sergey Lavrov tekezî li hevkariya di warên cuda de kir
Serok Barzanî û Mihemed Şiya Sûdanî rewşa Îraq û herêmê gotûbêj kir
Fransa: Em hêvî dikin ku diyaloga HSD û desthilata demkî berdewam bike