Koçberên Kurd ên li Yunanistanê hatin rizgarkirin

Nûnerê Komelaya Penaberên Vegeryandî ragihand ku koçberên Kurd ên ku îro danê êvarî keştiya wan li Yunanistanê metirsiya binavbûnê hebû hatin rizgarkirin.

Keştiyeke koçberên Kurd tê de bûn, li nêzîkî Girava Zakynthosê ya li başûrê rojavayê Yunanistanê qul bû.

Nûnerê Komelaya Penaberên Vegeryandî Pêşrew Ebdullah ji Rûdawê re got ku metirsiya binavbûna keştiyê hebû.

Ebdullah da zanîn ku di kesên di wê keştiyê de koçberên ji Rojhilatê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê bûn.

Pêşrew Ebdullah diyar kir diyar kir ku nêzîkî 70 koçberî di wê keştiyê de hebûn û got ku wan aliyê Yunanistanê ji rewşê agahdar kir.

Bi gotina Ebdullah hêzên deryayî yên Yunanistanê bi keştiyeke leşkerî bi hawara koçberan ve çûye û gihîştiye nêzîkî cihê keştiyê lê 2 saetan rawestaye.

Nûnerê Komelaya Penaberên Vegeryandî got ku paşê hêzên ewlehiyê ew koçber rizgarkirin û birin parêzgeheke wî welatî.

KURDÎ Haberleri

Vahap Coşkun: Êrişên li ser penaberên Sûriyeyê provokasyon bûn
Rûsya: Em bi guman in ku diyalog di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de hebe
Nêçîrvan Barzanî: PKK li pişt şewitandina bazarên Hewlêr û Kerkûkê ye
Komeleya Şêx Seîd: Bila 2025 bibe sedsala Şêx Seîd û hevalên wî
Serok Mesûd Barzanî: Em piştgiriyê didin lidarxistina hilbijartinan