Li Îzmîrê bi çekan êrişî polîsan hat kirin: 3 polîs birîndar bûn

Li navçeya Seferîhîsarê ya parêzgeha Îzmîrê ya Tirkiyeyê di êrişke çekdarî de 2 jê giran 3 polîs birîndar bûn.

Bûyer demjimêr derdora 20:00an li navçeya Seferîhîsarê ya Îzmîrê çêbû.

Li gorî zanyariyan dema hejmarek polîs ji bo îxbara bûyereke êrişa çekdarî çûn cihê ku hatibû gotin ji aliyê kes an jî kesan ve rastî êrişa çekdarî hatin.

Di êrişê de efserê bi navê Furkan Hakan Aşkin û polîsên bi navê Îbrahîm Gumuştekîn û Mehmet Tozun birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîman her sê polîsên birîndar birin nexweşxaneyê.

Li gor agahiyan rewşa 2yan ji wan giran e.

Parêzgariya Îzmîrê li ser mijarê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku li ser bûyerê lêkolîneke berfireh hatiye destpêkirin û kesekî bi navê M.S.Ç. wekî gumanbarê êrişê hatiye desteserkirin.

KURDÎ Haberleri

Serokatiya Herêma Kurdistanê dema civîna Parlamentoya Kurdistanê aşkere dike
Li Sêwazê ji ber berfê rêya 645 gundan hat girtin
Bahçelî: Em dixwazin Ocalan û DEM Partî demildest bicivin
Hevseroka DEM Partiyê: Divê tecrîd rabe û Ocalan biaxive
Neteweyên Yekbûyî banga agirbestê kir: Amerîkayê veto kir