Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser banga Ocalan got, "Em amadebûna xwe ji bo her hevkarî û roleke di serkeftina pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê de radigihînin."
Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan bangî PKKyê kir û di banga xwe de ji PKKyê xwest ku xwe fesix bike û çekan deyne.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser banga Abdullah Ocalan peyamek belav kir.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de wiha got:
"Ez pêşwazî û piştgiriyê li her hewleke çareseriya aştiyane ya pirsgirêkên herêmê dikim.
Ez pêşwazî û piştgiriyê li her hewleke çareseriya aştiyane ya pirsgirêkên herêmê dikim.
Herêma Kurdistanê, her tim faktoreke girîng a aştî û aramiya herêmê bûye û di vî warî de, em amadebûna xwe ji bo her hevkarî û roleke di serkeftina pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê de radigihînin."