Nêçîrvan Barzanî: Eger pêvajoyeke aştiyê dest pê bike em dê kêfxweş bibin

.

 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got, “Em niha jî bi wê kêfxweş in heger pêvajoyeke aştiyê li Tirkiyeyê dest pê bike û bigihêje encamekê.”

Foruma MERI2024ê bi sponsoriya Tora Medyayî ya Rûdawê tê lidarxistin.

MERI li Hewlêrê bi sernavê, “Ber bi Hukimraniya Durist û Refahê ve” tê kirin.

Forumê doh dest pê kir û dê îro biqede û gelek radeyarên payebilind ên Îraq û Herêma Kurdistanê beşdarî dibin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya panelekê de axaftina xwe pêşkêş kir.

Nêçîrvan Barzanî li ser pirsa xwendekarekî bi navê Mihemed Îsmaîl a derbarê pêvajoya nû ya çareseriyê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de anî ziman:

“Tişta yekem, heger em bi çavekî rasteqîne li mijarê binêrin ji dema ku AK Partî li ser desthilatê ye pêşketinên berçav di Pirsa Kurd a li Tirkiyeyê de bi dest ketine.

Em nikarin tiştên ku hatine kirin bi kêmî bibînin. Berê gelekî zehmet bû ku tu bibêjî ez Kurd im, ev niha ne pirsgirêk e, televîzyona Kurdî heye, hinek tişt hatine kirin.

Dibe ku li Herêma Kurdistanê ev tişt gelekî basît bin lê ji bo rewşa Tirkiyeyê mezin in.

Herêma Kurdistanê salên derdora 2011ê tişta ku li ser bû hewl da ku bike.

Em niha jî bi wê kêfxweş in heger pêvajoyeke aştiyê li Tirkiyeyê dest pê bike û bigihêje encamekê.

Vê dawiyê dema ku ez li Tirkiyeyê bûm, li ser vê mijarê helwesta me eşkere ye, heger pêvajo dest pê bike.

Çareseriya mijarê dê ne tenê alîkariya Tirkiyeyê, alîkariya herêmê jî bike.

Divê rêgirî li wan aliyên ku naxwazin ev pêvajoya bigihê encamekê were girtin. Tişta ku li Enqereyê rû da, ew kiryara terorîstî ji bo têkdana van gotinan bû ku pêvajoyek an jî tiştek heye.

Wê kiryarê zerereke mezin da, ne kêm bû. Em hêvîdar in ku ev pêvajoya cidî be.

Tiştên ku heta niha rû dan ne kêm in ku Serokê MHPyê li parlamentoyê çawa axivî û gotinên îro yên Serokkomarê Tirkiyeyê.

Ev hemû dilxweşker in ku em dibînin pêvajoyek heye pirsgirêk çareser dibin.”

“PKK rêzê li dezgehên Herêma Kurdistanê nagire”

Nêçîrvan Barzanî li ser PKKyê û kiryarên wê jî got:

“PKK ne tenê ji bo Tirkiyeyê ji bo me jî pirsgirêkeke mezin e.

PKK rêzê li desthilatdariya dezgehên Herêma Kurdistanê nagire û ti hesaban jî nake.

Heger PKK dixwaze çareseriyeke siyasî li Tirkiyeyê were kirin divê dest ji kiryarên xwe yên niha berde.

Herêm bi temamî guheriye û derfeta wê jî heye ku van pirsgirêkan çareser bikin.

Li Îraqê Pirsa Kurd meseleyeke zêdetir çalak e û ji Îran, Tirkiye û Sûriyeyê cudatir e, ne mijareke hêsan e.

Em piştgiriya wê yekê dikin ku Pirsa Kurd di çarçoveya wan welatan de were çareserkirin, di çarçoveya wan welatên ku Kurd lê dijîn de.

Bi me xweş e ku pirsgirêk bi awayekî aştiyane, bi diyalogê bi wan welatan re were çareserkirin.

Mijara çekan û operasyonên leşkerî li wan welatan pirsgirêkê çareser nakin.”

rudaw

KURDÎ Haberleri

Numan Kurtulmuş li ser 4 madeyên destpêkê yên Destûrê axivî
Devlet Bahçelî: Ti projeya bixwîn dê nikaribe li ber biratiya me raweste
Ocalan peyama ewil şand: ‘Hêza min heye’
Li Wanê ji nişka ve berf bariya û rêncberan tengasî kişand
Nêçîrvan Barzanî: Divê hikûmet zû were avakirin