Amerîkayê bi hêza xwe ya vetoyê ya di Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de, pêşnûmeya biryarnameya li ser şerê Hemas û Îsraîlê ku tê de daxwaza agirbesteke bilez û berdana bê şert û merc a dîlan dikir veto kir.
Biryarnameya ji aliyê 10 endamên nedaîmî yên Konseya Ewlehiyê ve hatibû amadekirin.
Ji 15 endamên Konseya Ewlehiyê 14an dengê erê da belgeyê.
Ev cara çaremîn e ku Amerîka pêşnûmeya biryarnameyên agirbesta li Xezeyê veto dike.
Di madeya yekem a pêşnûmeya ku ji 9 paragrafan pêk tê de hat gotin:
“Agirbesteke bilez a bi şert û merc ku hemû alî rêzê lê bigirin tê xwestin.”
Dîsa hat xwestin ku hemû dîlên ku di bin dorpêçê de ne werin berdan, hemû alî rêzê li yasayên navneteweyî bigirin û xelkê sivîl ê li Xezeyê bigihêjin alîkariyên mirovî.
Di pêşnûmeya biryarnameyê de her wiha ji aliyan hat xwestin ku rêzê li girtiyan bigirin û banga 'pabendbûna tam' a bi yasaya mirovî ya navneteweyî hat kirin.
Amerîkayê berê jî 3 pêşnûme veto kiribûn
Amerîkayê beriya niha 3 pêşnûmeyên biryarnameyan ên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ku daxwaza agirbesta bilez li Xezeyê dikir veto kiribû.
Amerîkayê ku pêşnûmeyên biryarnameyan ên Xezeyê yên Çiriya Pêşîn a 2023yan, Kanûna Pêşîn a 2023yan û Sibata 2024an veto kiribûn û ji bo pêşnûmeyên din jî deng nedabû.
rudaw