PAKURD û HAK-PAR: Em encamên hilbijartinan li gelê Kurdistanê pîroz dikin

Serokê HAK- PARê Duzgun Kaplan û PAKURDê encamên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê li gelê Kurdistanê pîroz kir.

HAK PARê ji ser hesabê xwe yê Xê peyama Duzgun Kaplan belav kir.

Di peyama xwe de Duzgun Kaplan wiha got:

“Em kêfxweş in ku gera şeşem a hilbijartinên Parlamentoya Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê di nav şert û mercên azad de bi awayekî serkefti bi dawî hatin.

Em pîrozbahiyê li gelê Kurdistanê, saziyên ku pêvajoya hilbijartinan bi rê ve dibin û hemû partî û namzedên ku bi aştiyane çûne ser sindogan û bi gihîştina demokratîk ku di nava kaosa ku li Rojhilata Navînde serdest e, dengê xwe didin.

Em hêvîdar in encamên hilbijartinan bibe sedema wê yekê ku hemû alî ji bo armancên neteweyî û ji bo xizmeta gelê me, siyasetê pêk bînin û gelê Kurdistanê di nav aştî, ewlehî û aramiyê de pêş bikeve.”

“Xelkê Kurdistanê bi awayekî medenî çûn ser sindoqan”

Li aliyê din Partiya Kurdistanî (PAKURD) jî bi peyamekê encamên hilbijartinê li xelkê Kurdistanê pîroz kir.

PAKURDê di peyama xwe de wiha got:

“Em hilbijartina Başûrê Kurdistan û encamên wê bi hestên netewî pîroz dikin.

Hêvî dikin ku bibe wesîleya aştî, aramî û demokrasiya miletê me.

Em dubare spasiya hemû Kurdistaniyan dikin ku awayekî dostane, demokratîk û medenî çûn ser sindoqan. Pîroz be!”

RUDAW

KURDÎ Haberleri

Li Wanê ji nişka ve berf bariya û rêncberan tengasî kişand
Nêçîrvan Barzanî: Divê hikûmet zû were avakirin
Heta niha çend penaberên Libnanî çûne Îraqê?
Mesrûr Barzanî: Bexda heta niha jî sîstema federal bawer nake
Rêveberiya Xweser ji bo koçberên ji Libnanê reviyane 3 kamp amade kirine