Serokwezîrê Îraqê û Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê civiyan

.

Serokwezîr Îraqê Mihemed Şiya Sudanî Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî pêşwazî kir.

Sûdanî tekez kir ku divê pêvajoya siyasî ya giştgir pirrengî û aştiya civakî ya Sûriyeyê biparêze.

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî doh êvarê gihişt Bexdayê û çend hevdîtin pêk anîn.

Ofîsa Serokwezîrê Îraqê derbarê hevdîtina di navbera Mihemed Şiya Sudanî û Esed Şeybanî got:

"Helwesta zelal û neguher a Îraqê di rêzgirtina ji bo hilbijartinên gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhate û rengên xwe ve hat kirin ku bandora wê li ser ewlehî û aramiya Sûriyeyê dibe."

"Em li gel yekparçeyiya axa Sûriyeyê ne"

Di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin ku ewlehî û aramiya Sûriyeyê bandorê li ewlehî û îstîqrara herêmê dike, di vê derbarê de tekezî li ser girîngiya berdewamiya şêwirmendî û rawêjkariyên siyasî û ewlehiyê di navbera her du welatan de hat kirin.

Sudanî tekezî li ser pêwîstiya berdewambûn di pêvajoyeke siyasî ya giştgir de ji bo parastina pirrengî û aştiya civakî kir, amaje bi girîngiya rêzgirtin ji bawerî, nirx û pîroziyên hemû çînên gelê Sûriyeyê, redkirina her cure destdirêjî û binpêkirinekê li hemberî her pêkhateyekê kir.

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Serokwezîrê Îraqê tekezî li ser yekparçeyiya axa Sûriyeyê û redkirina hemû destêwerdanên di karûbarên navxweyî yên Sûriyeyê de kir, bi taybetî ya ku îro rûdide ji dagirkirina axa Sûriyeyê ve ji aliyê leşkerê qewareya siyonnîzma dagirker ve tê kirin.”

Sudanî amadebûna Îraqê ji bo hevkarîkirin û avakirina Sûriyeyê û pêşkêşkirina hemû hêsankariyên pêwîst di vê derbarê de nîşan da, tekezî li ser girîngiya hevahengiyê ji bo rûbirûbûna metirsiyên terorê ji bo bidestxistina aramiyê, piştgiriyê ji bo avakirina Sûriyeyê û xebatê li ser rûbirûbûna gotara taîfegeriyê kir.

KURDÎ Haberleri

Putin bangî artêşa Ukraynayê kir: Xwe radest bikin!
Hakan Fîdan: Me ji Hikûmeta Sûriyeyê re pêşniyaz kir ku mafên Kurdan bên dayîn
Alîkariya ku Amerîkayê dida Ukraynayê dîsa dest pê kir
Putin: Em ji pêşniyara rawestandina şer û pevçûnan razî ne
Tom Fletcher: Hîn gelek Sûriyeyî hewceyî alîkariya mirovî ne